Ozgur Ozel bû namzedê seroktiya CHPê û Îmamoglu jî pistgiriya xwe ragihand

15 September 2023 19:38 0 dîtin
Ozgur Ozel bû namzedê seroktiya CHPê û Îmamoglu jî pistgiriya xwe ragihand

PeyamaKurd - Serokê Koma Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Parlamentoya Tirkiyeyê Ozgur Ozel, îro 15ê Îlonê li avahiya giştî ya partiya xwe namzediya xwe ya ji bo serokatiya CHPê eşkere kir.

Ozgur Ozel got: “Ev gava destpêkê ye lê bibiryar kom bûye û kolektîf e. Baweriya guherînê ya ku berî hilbijartinê li Tirkiyeyê çêbû bi awayekî xirab şikest.

Rêveberiya partiyê li ser sedemên şikestin ranewestiya û nexşerêyeke nû diyar nekir. Wan xwest ku desthilata xwe ya di nav partiyê de biparêzin.”

Hernwiha piştî daxuyaniya Ozel beşek ji kesayetên diyar ên CHPê piştevaniya xwe ji bo jê re ragihandin ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî bi peyamekê li ser hesabê xwe ya medya civakî piştevaniya xwe ragihand.

Ekrem Îmamoglu di peyama xwe de got: “Eger CHP biguhere dê Tirkiye biguhere. Ez serkeftinê ji Ozgur Ozel û hevalên wî re dixwazim ku ji bo guherîna Tirkiyeyê bi rê ketine.”