Di kongreyê de zora Kilicdaroglu bir: Ozgur Ozel bû serokê nû yê CHPê

05 November 2023 10:23 0 dîtin
Di kongreyê de zora Kilicdaroglu bir: Ozgur Ozel bû serokê nû yê CHPê

PeyamaKurd – Di hevrikiya Kemal Kiliçdaroglu û Ozgur Ozel a bo seroktiya Partiya Komarî ya Gel (CHP) de, Ozgur Ozel di Kongreya Asayî ya CHPê de, bi wergirtina dengên zêde bi ser ket û wek serokê nû yê CHPê hate hilbijartin.

Kongreya CHPê doh 4ê Mijdarê li Enqereyê hate lidarxistin û di gera duyem a dengdana delegeyan de, Ozgur Ozel 812, Kemal Kiliçdaroglu jî 536 deng bi dest xistin.

Ozgur Ozel, di 38emîn Kongreya Asayî ya CHPyê de bû 8emîn Serokê Giştî yê CHPê.

Ozel piştî ku bû Serokê Giştî yê CHPê wiha got: “Hemû sozên ku min dane rêxistinê ez dê bi cih bînim. Em dê piştî niha serkeftinên mezin bi dest bixin. Piştî niha serkeftin ne ya kesekî ye, ya hemû partiyê ye.”

Hêjayî gotinê ye, Kiliçdaroglu ji 22yê Gulana 2010an ve Serokê Giştî yê CHPê bû û 13 sal û 166 rojan li postê xwe mabû.