Ozgur Ozel: Em li ser pakêteke ku Kurdan înkar nake dixebitin
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, piştî hevdîtina ligel şanda DEM Partiyê di civîna rojnamevanî de ragihand, “Em li ser paketeke demokratîkbûnê ya ku pirsfgirêka Kurdan înkar nake kar dikin".
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel wiha axivî: "Eger pêvajoyeke şer û pevçûnê were terk kirin, eger rêxistina terorê çekên xwe deyne, eger xwe fesih bike, eger êdî ti dayik negirîn, eger şehîd neyên, eger xwîn bisekine, eger êdî zarokên sêwî çênebin, erkê ku gel daye me ew e ku em alîkariya vê pêvajoyê bikin. Eger mirov vê destûrê ji gel wergire û çi dibe bila bibe li dijî vê pêvajoyê derketin tê wê wateyê ji hêsir û xwîna dirije re ti çareseriya min nîne."
Ozel diyar kir: "Em li ser paketeke demokratîkbûnê dixebitin ku pirsgirêka Kurd înkar nake, pirsgirêka Kurd li derve nahêle, berevajî wê, pirsgirêka Kurd dihewîne û wê çareser dike. Û dema li parlamentoyê xebat li ser vê pirsgirêkê dest pê bike, em dê bi awayekî ku erka xwe bi cih tînin li wir amade bin. Armanca me Tirkiyeyeke ku hem Kurd hem Tirk, hem Elewî hem Sunî, bi kurtî hemû kes bêyî ku nasnameya wan a etnîkî yan bawerî û mezheba wan çi be, xwedî demokrasiyeke temam e, civakeke ku her kes xwe wekhev dibîne.
Ji bo vê divê hemû rêkûpêkiyên qanûnî werin çêkirin. Lêgerîna çareseriyê di zemînên ku li derveyî Parlamentoya Tirkiyeyê hatine avakirin de, nabe lêgerîna çareseriyeke rast.
Ji ber vê yekê, ez îradeya xwe ya derbarê meşandina pêvajoyeke zelal, samîmî, parlamenter û ku dê lihevkirina civakî pêk bîne û razîbûna civakî çê bike, nîşan didim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin