Ozgur Ozel: Em pistgiriyê didin xebatên astî û demokrasiyê!
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo "çekan berdin" got, “Em her tim li cem hewldanên aştî û demokrasiyê ne, em li dijî şer, teror, pevçûn û otokrasiyê ne.”
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, têkildarî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo PKKê dest ji çekan berde, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Sirri Sureyya Onderê ku di heyeta Îmraliyê de bû spasiya Serokomar Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê CHPê Ozel kir.
Li ser vê bangê Ozel bang li Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiyê (MYK) kir ku civîneke awarte pêk bînin û piştî civînê ev daxuyanî da:
"Em wek Partiya Komarî ya Gel berdewamiya xwe ya dîrokî ya ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên welatê xwe bi rêyên demokratîk didomînin. Herwiha em her tim li dijî her cure teror û tundiyê bûne û di pêşerojê de jî em ê li dijî wan bin.
Em helwesta xwe ya ku divê pirsgirêka Kurd di bin banê TBMMê de bi tevlêbûna hemû beşên civakê bi awayekî zelal bê çareserkirin diparêzin. Em bi berpirsyariya xwe ya ji bo çareseriya ku di serî de nêrîna hemû civakê, razîbûna malbatên şehîdan, têkoşerên me û hemû mexdûran ji bo demokrasî, hiqûq û aştiya civakî esas digire dizanin. Em ê di alîkariyên ku me heta niha kirine de berdewam bin.
Banga rêxistina terorê ku çekan deyne û xwe fesih bike girîng e. Em hêvîdar in ku muxatabên vê bangawaziyê li gorî daxwazên wê tevbigerin û terora ku bi deh hezaran jiyana xwe ji dest daye û bûye sedema wêraniyeke giran a aborî û civakî, her û her bi dawî bibe. Bê şik pirsgirêk ne bi xwestekan, bi avakirina jîngeheke pêbaweriyê û bi çalakiyan çareser dibin.
Çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê tenê bi aştiya navxweyî pêkan e. Aştiya navxweyî ne di sîstemeke otorîter, di sîstemeke demokratîk de, bi rêgezên hiqûqê, bi edalet û wekheviyê pêk tê. Li gel pêkanîna qanûnên pêwîst ên ji bo demokratîkbûnê, divê di pêkanîna qanûnên heyî de dest ji nêzîkatiyên nehiqûqî berdin û binpêkirinên destûrî bi dawî bibin.
Partiya Komarî ya Gel wê rê nede daxwazên civakê yên aştî û demokrasiyê ji aliyê tu desthilatdarî, meqam û aktorekî ve ji bo armancên xwe yên siyasî bên bikaranîn. Li gorî prensîba "Aştiya li malê, li dinyayê aştî" ya damezrînerê komara me û partiya me Gazî Mustafa Kemal Ataturk, em her tim piştgiriyê didin xebatên xwe yên aştî û demokrasiyê; Em li dijî şer, teror, pevçûn û otokrasiyê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin