Ozgur Ozel û Erdogan li navenda CHPê civîyan
PeyamaKurd – Di çarçoveya asayîkirina siyasî di navbera opozîsyon û deshilatdariya Tirkiyê de, piştî serdana Serokê CHPê Ozgur Ozel a Ak Partiyê, îro 11ê Hezîranê jî Erdogan serdana navenda CHPê kir.
Hate ragihandin ku hevdîtina Erdogan û Ozel a li meqamê serokê CHPê, bi qasî yek demjimêr û nîvê dewam kir û rêveberên herdu partiyan jî amadehî kirin.
Piştî hevdîtinê Erdogan ji navenda CHPê veqetiya û Ozel jî ji bo agahdakirina partiya xwe li ser naveroka civînê Desteya Navendî kom kir.
Derbarê mijarên di hevdîtinê de hatine axaftin de, tê çaverêkirin ku ji aliyê CHPê ve daxûyanî bê dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Ozgur Ozel li ser vexwendina Erdogan 2yê Gulanê çûbû Navenda Giştî ya AK Partiyê û bi Erdogan re civiyabû.
Erdogan herî dawî 18 sal berê di dema serokwezîrtiya xwe de ji bo vekirina avahiya nû ya Navenda Giştî ya CHPyê çûbû û bi Serokê Giştî yê wê demê Denîz Baykal hevdîtin pêk anîbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin