Îmamoglu bû namzedê CHPê yê Serokomariyê: Ji 133 parlamenteran 116an îmze da

21 February 2025 18:02 0 dîtin
Îmamoglu bû namzedê CHPê yê Serokomariyê: Ji 133 parlamenteran 116an îmze da

PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezîn ê Stenbolê Ekrem Îmamoğlu, piştî ku îro 21ê Sibatê ji bo pêşhilbijartina namzedê hilbijartinên serokomariyê serlêdana xwe bo partiya xwe CHPê kir, 116 parlamenteran namzediya wî bi îmzeyên xwe pejirand.

Îmamoglu ku çend doz û lêpirsîn ji aliyê darazê ve lê hatine vekirin, wekî reqîbê herî li pêş ê li hember Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tê nîşandan.

Partiya Komariya Gel (CHP) beriya ku hilbijartinên serokomariyê diyar bibin ragihandibû ku ew dê pêşhilbijartina namzedên serokomarê pêk bînin.

Îro înê proseya pêşhilbijartinê dest pê kir û pêwîst e kesên bixwazin bibin namzedê CHPê yên serokomariyê îmzeyên parlamenterên wê partiyê bistînin.

Ekrem Îmamoglu, di roja yekem a serlêdana xwe de ji 133 parlamenteran îmzeyên 116 parlamenteran wergirt ku bi vî awayî jî dibe namzedê yekem ê CHPê bo hilbijartinên serokomariyê.

Ger hilbijartineke pêşwext neyê kirin, hilbijartinên serokomariya Tirkiyê di sala 2028an de têne kirin.