Kamala Harris bi fermî bû namzedê serokomariyê yê Partiya Demokrat
PeyamaKurd – Di hilbijartinên ku di 5ê Mijdarê de tên lidarxistin de, fermî bûye ku Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris wê bibe berbijarê serokomariyê yê Partiya Demokrat.
Serokê Komîteya Netewî ya Partiya Demokrat li DYAyê Jaime Harrison encamên dawî yên dengdana serhêl eşkere kir.
Li gorî vê yekê, di encama dengdana 5 rojan de, Kamala Harris bi wergirtina nêzîkî 4 hezar û 600 dengan, ku ji sedî 99 e, bû berbijêrê fermî yê Partiya Demokrat.
Serokê Komîteya Neteweyî ya Partiya Demokrat Harrison di 2ê Tebaxê de ragihand ku li gorî daneyên nefermî, Harris gihîştiye hejmara têra xwe ya delegeyan ku ji bo bibe namzetê partiyê di hilbijartinên serokatiyê de hewce dike.
Partiya Demokrat wê di kongreya partiyê de ku wê 19-22 Tebaxê li Chicago bê lidarxistin, namzedên xwe yên serokomarî û cîgirên serokomariyê bi fermî eşkere bike.
Biden ji pêşbirka serokatiyê vekişiya
Di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê ya 21ê Tîrmehê de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Biden ragihand ku ew ji pêşbirka serokatiyê vedikişe û li şûna wê Cîgirê Serok Harris pêşniyar dike.
Harris, ku bi lez piştgirîya zêdetirî nîvê delegeyên Demokrat bi dest xist, bi vî rengî gihîşt hejmara delegeyên ku ji bo namzetiya serokatiyê ya partiyê hewce ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin