Wê li Diyarbekirê ‘Pirsa Kurd’ bê nîqaskirin
PeyamaKurd – Navenda Lêkolînan a Dicle (DÎTAM) ku li Diyarbekirê, derbarê pirsa Kurd de bi beşdariya akademisyen û lêkoleran civînekê li dar dixe.
Hate ragihandin ku di civîna DÎTAMê ya bi navê ‘Dîyalogên Tîgrîsê’ de, endam û nûnerên dezgehên sivîl û akademisyen beşdarî dikin.
Cîvana DÎTAMê 2yê Mijdarê roja Şemiyê li Otêla Mitannî ya Diyarbekirê bi sernavê, “Di pirsa Kurd de, neçareserî çi bi Tirkiyeyê dide windakirin?” tê lidarxistin.
Di civîna ku Serokê DÎTAMê Mesut Azizoglu axaftina vekirinê dike de, akademîsyen û lêkolerên wekî; Bekir Agirdir, Doç. Dr. Vahap Coşkun, Prf. Dr. Mesut Yegen, Prof. Dr. Erol Katircioglu, Cîgirê Serokê DÎTAMê Sedat Yurttaş, Bariş Yavuz, Serokê Jûra Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya, Aborînas Doç. Dr. Serhun Al û nivîskarê lêkolîner Faîk Bulut bi gotarên xwe beşdar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin