6 partiyên Tirk li ser 10 xalan li hev kir: Madeya çareserkirina ‘Pirsa Kurd’ jî heye!
PeyamaKurd – Partiyên opozîsyona Tirkiyê CHP, İYİ Partî, Saadet, DEVA, Gelecek, Partiya Demokrat di çarçoveya ji nû ve anîna ‘Sîstema Parlamenteriyê ya bihêz’ li ser 10 xalan li hev kirin ku Pirsa Kurd jî tê de derbas dibe.
Li gorî ragihandina rojnamevanê Tirk Fikret Bila, wan partiyan li ser mijarên; serokomarê bêalî, parlamentoya bihêz, daraza serbixwe û bêlayangirî, ewlebûna Saziya Bilind a Hilbijartin, medyaya azad, derxistina qanûna exlaqê siyasî, erkên saziya jimaryariyê, guhertina makezagonê û rêveberiya şefaf li hev kirine ku madeya 10emîn jî mijara ‘Pirsa Kurd’ e.
Di madeya ‘Pirsa Kurd’ de 6 partiyên Tirkiyê dibêjin: “Her şeş partî di nav nêzîkatiyeke hevbeş de ne di mijara pirsa Kurd de û hevnêrîn in ku navnîşana çareseriyê parlamento ye. Bi vî awayî wekî hemû pirsgirêkên din wê pirsa Kurd jî di çarçoveya dewleta unîter de, li parlamentoyê were çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin