Li Tirkiyê 5 partiyên nû hatin damezrandin: Hejmar bû çiqas?

28 August 2024 19:35 0 dîtin
Li Tirkiyê 5 partiyên nû hatin damezrandin: Hejmar bû çiqas?

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di nav du rojên dawî de, li Tirkiyê destûra damezrandina 5 partiyên siyasî yên nû hatiye dayîn.

Serdozgeriya Giştî ya Bilind a Tirkiyê ragihand, di navbera 19 û 21ê Tebaxê de, 5 partiyên siyasî yên nû hatin damezrandin û mohlet ji wan re hatiye dayîn.

Partiyên nû yên ku hatine damezrandin Partiya Tirkiyê ya Mezin, Partiya Bang û Dadê, Partiya Desthilatdariya Sosyalîst, Partiya Anadoliya Bihêz û Partiya Komarî ya Ronahî ne.

Hejmara partiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi van 5 partiyan re gihîşt 151 partiyan.