Tanrikulu: Em ê çekan bidin berdan, ‘Pirsa Kurd’ bi diyalogê çareser bikin!

11 April 2023 21:04 0 dîtin
Tanrikulu: Em ê çekan bidin berdan, ‘Pirsa Kurd’ bi diyalogê çareser bikin!

PeyamaKurd - Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û namzedê parlamenteriyê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu got ku ew ê çekan bi PKKê bidin berdan.

Sezgîn Tanrikulu, di televîzyoneke Tirk de got, ew ê vê pirsgirêkê bi rêya parlamentoyê çareser bikin.

Sezgîn Tanrikulu li ser çareserkirina pirsa Kurd da zanîn: “Êdî çek dê tune be, tundî tune be, teror tune be. Em ê bi diyalogê çareser bikin.”

Tanrikulu da xuyakirin, ew ê hemû partiyên li parlamentoyê bikin hevbeşên vê mijarê û got, her kes dê bibîne ku Parlamentoya Tirkiyê cihê çareseriyê ye.

  • Parlamenterê Kurd ê CHPê herwiha diyar kir, “Di jiyana Tirkiye û Kurdan de wê çek û tundî tune be.”