Mario Diaz: Kongreya Amerîka pistevaniya doza Kurd dike û pista xwe nade wan

08 November 2021 15:24 0 dîtin
Mario Diaz: Kongreya Amerîka pistevaniya doza Kurd dike û pista xwe nade wan

PeyamaKurd - Endamê Kongreya Amerîkayê senator Mario Diaz-Balart ragihand, divê Kurd piştrast bin ku Kongre piştevaniyê li doza wan dike.

Endamê Kongreya Amerîkî Mario Diaz-Balart ji K24ê re daye xuyakirin, Kurdan gelekî xweragirî nîşan dane û gelek sal in ji bo azadiyê dixebitin, lê mixabin piştevanî nedîtin.

Endamê Kongreya Amerîkayê destnîşan kir: “Divê Kurd wê yekê bizanin ku di dawiyê de, azadî serkeftî dibe.”

Diaz got: “Em li Kongreyê, her hewlekê ji bo piştevaniya Kurdan didin. Kongre jî ti carî pişta xwe nade hevpeymanên xwe. Kurd çendîn caran rastî komkujî û çewisandinê hetine, lê Kurdan xebata xwe domandine.”