Rejîma Îranê sizayê îdamê da hunermendê rapê

06 November 2022 17:04 0 dîtin
Rejîma Îranê sizayê îdamê da hunermendê rapê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgeha rejîma Îranê biryara cezayê îdamê bo rapvanê Îranî Toomaja Salehî da ku piştevaniya protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî kiribû.

Rapvan Salehî 30yê Cotmehê bi hinceta piştevaniya protestoyan bi axaftin û stranên xwe hatibû girtin.

Hatiye diyarkirin ku dadgeha Îranê bi hinceta piştevaniya protestoyan sizayê îdamê daye Salehî.

Hezkiriyên Salehî piştî girtina wî û dayîna sizayê îdamê biryara rejîmê protesto dikin.

Herwiha dadgeha Îranê ji bo stranbêj, bestekar û rapbêjê Kurd Saman Yasîn (Seydî) ku bi heman hincetan hatiye girtin jî dixwaze cezayê îdamê bide.