Rejîma Îranê sizayê îdamê da girtiyekî Kurd
PeyamaKurd – Rejîma Îranê li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, sizayê îdamê da girtiyekî Kurd.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê daye zanîn, çend roj berê girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû, ku di girtîgeha Urmiyê de ye, bi tohmeta endamtiya PKKê, bi îdamê hat mehkûmkirin.
Agahî eşkere dikin, roja 7ê vê mehê de, agahiya sizayê dan girtiyê Kurd.
Fîrûz Mûsalû xelkê nahiya Kotol ya bajarê Xoy li parêzgeha Urmiyê ye û havîna sala 2019 li nêzîkî bajarê Serdeştê teslîmî hêzên Îranê bibû.
Wê çaxê ji wî welatiyê Kurd re hatibû gotin ku eger teslîm bibe, wê were efûkirin, lê piştî sê salan bi îdamê hat mehkûmkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin