Sêwirmendê Meral Aksener: Mayîna Demirtas û Kavala ya di zîndanê de ne hûqûqiye

18 December 2022 01:06 0 dîtin
Sêwirmendê Meral Aksener: Mayîna Demirtas û Kavala ya di zîndanê de ne hûqûqiye

PeyamaKurd – Şêwirmendê seroka İYİ partiyê yê Meral Akşenerê, Turhan Çömez li hemberê mayîna hevserokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş û Osman Kavala ya di zîndanê de derket û daxwuyanî da. Çömez di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Tirkiye bûye terefê Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrûpayê û peymanê îmze kiriye. Li gor dadgehê; divê van her dû mirovan di zîndanê de nemînin. Ji ber wê li vê derê bê hûqûqiyekî heye.

Li vî welatî pêdiviya herkesî bi rexneya xwe bi xwe heye. We çend sal berê ji min bipirsiya û bigota li welatê me pêdivî bi çi heye? Min ê bigota bi leşker û aboriyê. Ez îro dibêjim ku pêdivî bi hûqûqê heye.”