Meral Aksener: Gelek serme ku li ser mijarên ji navê û ni jêr de diaxifin

11 May 2023 22:11 0 dîtin
Meral Aksener: Gelek serme ku li ser mijarên ji navê û ni jêr de diaxifin

PeyamaKurd – Seroka İYİ Paytiyê ya Tirkiyê Meral Akşener li vekişîna ji namzediya serokkomartiya Tirkiyê ya serokê partiya Memleket Muharren İnce, di weşana zindî ya televizyona STAR ê de axifî. Akşener got ku ew ji îstîfa İnce re rêz digre û weha dewam kir:

“Di wexta ku Înce bû namzed, di wexta ku rexne lê dihatin kirin, min digot ku divê jê re rêz bêgirtin. Sedema ku kiriye Muharrem İnce dev ji namzediyê berde, ew mijara ku ji navê û bi jêr de ye, gelek kirête û ez difikirim ku divê tiştên weha di Tirkiyê de biqedin. Min bi dilşikestinî îstîfa wî şopand. Wê ji niha û pê de çi bibe em ê tev bi hevre bibînin.”

Akşener ragihand ku mesela kasetê tiştekî xerabe û diviya tiştên weha nekevin rojeva Tirkiyê û weha dewam kir:

“Li ser encaman dibêjim ku wezîfa siyasiyan ew e ku dilê hilbijêran xweş bikin. Nabe ku em encama ji sindoqan derê em neecibînin. Eger me di dilê xelkê de xwe bicîh nekiribe, em jê berpirsin.

Ez ji serî de dibêjim ku dilşikestinekî İnce heye. Ev şirova min e. Piştî min îstîfa İnce bihîst, ez û Kılıçdaroğlu me hev nedîtiye. Siet di 22.00an de li CHP ê civîna me heye. Li ser roja hilbijartinê ye. Dixwazim bêjim ku ew daweta Kılıçdaroğlu ya di ser medya civakî de, dawetekî bi êrîniye.”