Meral Aksener: “Em ê bi namzedên xwe bikevin hiljartinan”
PeyamaKurd – Seroka İYİ Partiyê Meral Akşener nexşerêya partiya xwe ya di hilbijartinan de ragihand. Akşener bang li serokkomar Erdoğan û Kılıçdaroğlu kir û got:
“Em ê bi kadroyên xwe derên hemberê milletê xwe. Ez bang li partiyên siyasî dikim. Werin em tev bi hevre rewşekî biafirînin ku millet karibe tercîhên xwe bike. Em ji hev cuda bikevin hilbijartinan. Em hene. Em bi kesên marjinal û yên cudaker re hevkariyê nakin.”
Akşener bi van gotinên deriyê hevkariyê ji partiyên din re girt. Ji ber taybetmendiyên cîh û daxwazan dikarin li hinek ciyan hevkariyê bikin. Akşener bi awayekî nijadperestî gotinên xwe weha dewam kir:
“Deriyê me ji herkesî re nevekiriye. Em bi dijminên Gazî Mustafa Kemal re hevkariyê nakin. Kesên qedrê komara me nagrin em bi wan re nakin. Kesên dibêjin bajarê Hatayê bajarê Erebaye û bi bê exlaqan re digerin, em bi wan re nakin. Kesên 4 xalên destûrê qebûl nakin û newêrin bêjin ku Tirkin, bi wan re û bi kesên ku ji sonda me acizin û bi terorîstan re têkiliyên wan hene em bi wan re hevkariyê nakin….”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin