Macron bi nameyeke vekirî namzediya xwe ya serokomariyê eskere kir

04 March 2022 16:56 0 dîtin
Macron bi nameyeke vekirî namzediya xwe ya serokomariyê eskere kir

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji bo hilbijartinên meha Nîsanê yên serokomariyê bi fermî namzedbûna xwe ragihand.

Emmanuel Macron bi nameyeke vekirî ji gelê Fransayê re ragihand ku ew ê ji bo care duyem a serokatiyê namzediya deyne.

Macronê 44 salî heger vê carê jî di hilbijartinên Fransayê de bi ser bikeve, wê bibe kesê yekemîn ku di nav 20 salên borî de du caran ser hev dibe serokomar.

Emmanuel Macron gotiye: “Ez namzedim daku ligel we em dahênanê bikin û bi bersiveke yekgirtî ya Fransî û Ewropî rûbirûyê zehmetiyên vê sedsalê bibin. Ez namzedim ji bo berevaniya li nirxên me ku aloziyên vê cîhanê gefê lê dikin.”

Macron herwiha soz da ku bi zelalî proje û bernameya xwe ya paşeroja Fransayê pêşkêş bike.

Li gorî rapirsînên raya giştî ya Fransanyê tê çaverêkirin di hilbijartinên du geran ên 10 û 24 Nîsanê de Macron piraniya dengan bidest dixe.