Macron ji bo ‘êlek zeran’ nameyeke vekirî nivîsand
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, derbarê çalakiyên ‘êlek zeran’ û çareserkirina pirsgirêkan de nameyeke vekirî ji gelê frensî re nivîsand.
Macron di nameya xwe de destnîşan kir ku ew dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di encama çalakiyên êlek zeran de çêbûne, heta 15ê Adarê li seranserê welatan gotûbêjan pêk bînin.
Macron bal kişand ser daxwaziyên çalakvanan ên wekî kêmkirina bacê, kêmasiyên xizmetên dewletê, kêmbûna mûçeyan û şertên xirab ên jiyanê û got, ne tenê li Fransayê li tevahiya Ewropayê ew fikar hene û divê ji bo pirsgirêkan çare bê dîtin.
Macron herwiha diyar kir ku divê çalakvan dema daxwaziyên xwe dikin, serî li tundiyê nedin, heqaretê li mezinên dewletê nekin û saziyên fermî nekin armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin