Demirtas ji bo HDPê biryara xwe da: Ne mimkun e!

24 January 2020 17:57 0 dîtin
Demirtas ji bo HDPê biryara xwe da: Ne mimkun e!

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku ev sê sal in li Girtîgeha Edirne ya Tirkiyê girtî ye, ji bo Konferansa 3. a HDPê ya beriya Kongreya Giştî ku îro li Enqerê tê lidarxistin, peyamek şand.

Demirtaş ji bo kongreya HDPê ya meha Sibatê tê lidarxistin ku dihat îdiakirin dibe bibe namzed gotina xwe ya dawî kir.

Demirtaş di peyama xwe de tevî nîşandana piştgiriya xwe bo HDPê bal kişand ser girtîmayîna xwe ya li girtîgehê û got, ‘Ne mimkun e ez bibim namzedê hevseroktiya HDPê”.