Medvedev car din gef xwar: Heger hewce bike…

24 March 2023 17:30 0 dîtin
Medvedev car din gef xwar: Heger hewce bike…

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev, car din gef xwar û diyar kir ku heger hewce bike, artêşa Rusyayê dikare heta Lviv jî pêş bikeve.

Dmitriy Medvedev, li ser operasyona leşkerî ya taybet daxuyanî da û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de tiştek nayê derxistin û got, “Heger ji bo rakirina vê 'enfeksiyonê' pêwîstî bi çûna Kievê hebe, dê heta Kievê be. Pêdivî pê hebe, em ê biçin heta Lvivê.”

Medvedev tekez kir ku di operasyona leşkerî ya taybet a ku li Ukrayna û Donbassê tê kirin de tiştek nayê derxistin û heger pêwîst bike dê artêşa Rusyayê ber bi bajarê Lviv ê li ser sînorê Polonyayê ve pêşve biçe û destnîşan kir ku dema ku hêzên artêşên Rusya û Amerîkayê bidin ber hev, hewildana tespîtkirina kîjan hêzdartir e xelet e û wiha got:

"Hêza artêşê tenê di dema pevçûnê de dikare were pîvandin. Çiqas moşek jî werin havêtin, Amerîka an jî Rusya, hin ji wan wê bi garantî bên jinavbirin, encam dê gelek xeternak bin. Ji ber vê yekê, li vê derê ne gengaz e ku mirov bibêje kîjan artêş yekem e kîjan duyemîn. Artêşa şer xurt e. Lê di şerekî wiha de dê tu serketî tunebin."

"Em bi NATOyê re şer dikin"

Medvedev diyar kir ku Rusya ne di operasyonên leşkerî yên taybet de li dijî rejîma Nazî ya li Ukraynayê, bi artêşa mezin a NATOyê ya bi 3 milyon û 600 hezar leşkeran re şer dike û got, "Ew di nav şerekî hevrayî de ne û êdî vê venaşêrin. 800 milyonan nifûsa ku amûr, wesayîtên wêrankirinê û pereyan ji rejîma Kievê re dişîne, jî di vî warî de rê daye ber xwe."