Amerîka: Heger Rusya Peymana Genimî bi dawî bike…

16 July 2023 23:30 0 dîtin
Amerîka: Heger Rusya Peymana Genimî bi dawî bike…

PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkî Jake Sullivan, li ser Peymana Korîdora Genimî ya Deryaya Reş axivî û da zanîn ku heger ew peyman bi dawî bibe, dê ji bo Rusyayê encamên wê hebin.

Jake Sullivan di nirxandinên xwe de da zanîn ku heger Rusya ji Peymana Korîdora Genimî ya Deryaya Reş vekişe, dê ji bo Moskowê, lêçûnên gelek mezin ên dîplomatîk çêbibin.

Sullivan ê ku bû mêvanê bernameya televîzyona CBS News ya Face the Nationê, bal kişand ku Peymana Korîdora Genimî ya Deryaya Reş dê sibê bişev biqede û got,

"Ez nikarim pêşbînî bikim ku Serokê Rusyayê Vladimir Putin dê çi bike. Di mehên dawî de sînyalên cuda dan. Rusya dikare ji peymanê vekişe yan jî berdewam bike.”

Sullivan bal kişand ku heke Rusya ji peymanê vekişe, cîhan dê wekî "Rusya pişta xwe daye başûrê gerdûnî, Afrîka, Amerîkaya Latîn û Asyayê" bi nav bike, Ez difikirim ku lêçûna dîplomatîk a ji bo Rusyayê dê gelek giran be."

Jake Sullivan bal kişand ku dê utin biryarê bide û wiha got, "Em ji her senaryoyê re amade ne û em bi Ukrayniyan re ji nêz ve dixebitin."