Pentagon: Heger hewcedarî hebe, em amade ne

22 August 2023 13:30 0 dîtin
Pentagon: Heger hewcedarî hebe, em amade ne

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku heger hewce bike, ew amade ne ku perwerdehiya F-16an bidin pîlotên Ukraynayê.

Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh, di civîna çapemeniyê li ser perwerdehiya F-16an a ji bo Ukraynayê, daxuyanî da.

Sabrina Singh diyar kir ku pîlotên Ukraynayî, ji Ewropiyan bêhtir dikarin F-16an bi rê ve bibin.

Singh got, “Heger kapasîteya li Ewropayê tije bibe, em ji perwerdekirina pîlotên heyî re vekirî ne. Heger Denmark û Holland ji boperwerdekirina pîlotên Ukraynayê serî dikişînin û kapasîteya wan a ku perwerdehiyê bide têr neke, wê demê em ê di perwerdekirina wan pîlotan de alîkariyê bikin.”