Bakirhan bang li hikûmet û opozîsyonê kir: Heke îradeya we hebe em amade ne!

13 February 2024 20:56 0 dîtin
Bakirhan bang li hikûmet û opozîsyonê kir: Heke îradeya we hebe em amade ne!

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya parlamentoyê de, ji bo çareserkirina pirsa Kurd bang li hikûmet û opozîsyona Tirkiyê kir û got, ew amade ne bi her kesî re hevdîtinê bikin.

‘Pirsgirêka kurd, ji hilbijartinan girîngtir e’

Bakirhan wiha axivî: “Heke îradeya wan hebe ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokrasiyê çareser bikin, bila vê bibêjin. Gelo derheqê zimanê kurdî, girtiyên siyasî, qeyûm, êrîşên ser Rojava û Başûr de çi difikirin? Vaye bila derkevin û bibêjin. Da ku em jî fêm bikin. Em di hizûra we de soz didin, heke îradeya wan a çareseriyê hebe em amade ne ku piştgiriyê bidin wan.”

Herwiha Bakirhan diyar kir, “Ji bo me ya girîng, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Pirsgirêka kurd, ji hilbijartinan girîngtir e.”

‘Li gorî wan Kurd nikarin siyasetê bikin’ 

Bakirhan li ser helwesta opozîsyonê ya ji bo nîşandana namzedê hilbijartinên şaredariya Stenbolê jî got: “Dibêjin ku mafê we yê dengdayînê heye lê bidin namzedê me. Dibêjin ‘em wekhev in, bira ne’ lê em vê nabînin. Em vî aqilê mêtingeriyê red dikin. Gelê kurd ê sedsaleke din weke mêtingeh neyê birêvebirin. Yên ku mûçeyên xwe ji kulûbên dewlemandan digirin û yên ji plazayan dernakevin, hewl didin rêyê nîşanî gelê kurd û DEM Partiyê bidin. Li gorî van kurd nikarin siyasetê bikin û ew kê namzed nîşan bidin divê dengê xwe bidin wî/ê. Lê divê bizanin ku ew zarokên me yên li pey otobûsên me yên hilbijartinê baz didin jî dikarin deh kesên mîna van ji berîka xwe derxînin. Bawer bikin ew zarokên hêja ji van kesên li ser ekranan şîroveyan dikin pir polîtîktir in.”