Pentagon: Em ji bo her rewsek muhtemel li Rojhilata Navîn amade ne!
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) da zanîn ku rewşa Rojhilata Navîn "gelekî cidî ye", lê Amerîka ji bo êrîşeke muhtemel a Îranê "amade ye".
Berdevkê Pentagonê Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Ryder diyar kir ku "rewşa Rojhilata Navîn niha gelekî giran e" û ji ber vê yekê Wezîrê Parastinê Lloyd Austin "ferman da" ku çek û cebilxaneyên zêde yên parastinê ji herêmê re bên şandin.
Di vê hefteyê de li ser pirsa ku gelo gengaz e ku Îran li dijî lsraîl tolhildanê bike, Ryder bersiv da, "Bêguman gengaz e."
"Em ji her rewşên ku wê çêbibin amade ne"
"Ez ê hewl nedim ku pêşbînî bikim an texmîn bikim dema ku ew êrîşê bikin, ji bilî ku bibêjim divê em (êrîşa muhtemel) cidî bigirin û em wiya dikin. Ji ber vê yekê em ê amade bin û em amade ne."
Pat Ryder dûpat kir ku Amerîka dixwaze rewşê kêm bike, hêzên xwe biparêze û piştgiriya berevaniya Îsraîlê bike.
Di berdewamiya gotinên xwe de Ryder diyar kir ku li herêmê tu kes naxwaze alozî zêdetir bibe û naxwaze rewşa heyî veguhere şerekî herêmî.
Berdevkê Petagonê got, "Her tim dem heye ku dîplomasî bixebite, ji ber vê yekê, hêvîdar im ku em nekevin rewşek ku em neçar bin van şiyanan bi kar bînin. Lê ger hewce bike ku em wan di parastina Îsraîlê de bi kar bînin, em ê bi kar bînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin