Pentagon: Ji bo Rojhilata Navîn, balafirên ser û…
PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Amerîka dê keştiyên şer û balafirên şer ên zêdetir bişînin herêmên Rojhilata Navîn.
Di daxuyaniya Pentagonê de hat ragihandin ku ji bo ku ew rêyên girîng ên avê li Rojhilata Navîn bişopînin, ew ê keştiyên şer û balafirên şer ên zêdetir bişînin herêmê.
Her wiha Koşka Spî di meha gulanê de ragihandibû ku rêveberiya Biden dê li herêmê hin gavan biavêje, lê belê nehatibû diyarkirin ku dê ev gav çi bin.
Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Sabrina Singh jî di derbarê mijarê de ji rojnamevanan re got, "Pentagon, hebûn û şiyana xwe ya çavdêrîkirina Tengava Hurmuz û derdora wê zêde dike."
Li ser mijara navborî, hûrgilî nehatin parvekirin bê ka dê balafirên nû li ku derê bên bicihkirin û dê heta kengî li herêmê bimînin.
Ji sala 2019an vir ve di heyamên ku di navbera Amerîka û Îranê de rageşî zêde bûne de li xalên stratejîk ên Kendava Farsê, êrîşên li ser keştiyan çêdibin.
Nêzîkî ji pêncan ji nefta xav û berhemên neftê yên cîhanê, di Tengava Hurmuzê ya di navbera Îran û Umanê de derbas dibin ji ber vê jî ev der wekî xaleke girîng û stratejik tê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin