Pentagon: Tenê nîvê F-35an ji bo operasyonê amade ne
PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku tenê nîvê balafirên şer ên F-35 operasyonê dikin. Hat diyarkirin ku dema ku hûrguliyên wekî firînên xwenîşandanê, perwerdehî û ceribandinê tên derxistin, ew rêje ji % 30 dadikeve.
Astengiyên di bernameya F-35an a ku Amerîkayê ji ber kirîna S-400an ji Rusyayê ji Tirkiyeyê derxistibû, dewam dikin.
Orgeneral Michael Schmidt ku ji Komîteya Hêzên Çekdar a Meclîsa Nûneran re daxuyaniyeke nivîskî da, diyar kir ku ji meha sibatê ve tenê nîvê balafirên şer ên F-35 ji % 53,1 ji bo peywirê amade ne.
Rayedarê Pentagonê got ku ew ji rêjeya ji % 65 dûr in û ev yek nayê qebûlkirin û diyar kir ku dema hûrgiliyên wekî firînên xwenîşandanî, perwerdehî û ceribandinê tên danîn, rêjeya firokeyên ku dikarin hemî karan bi şiyana tevahî pêk bînin di binê ji % 30î de ye.
Hêza asîmanî ya Amerîkayê ku ji zêdetirî 540 firokeyên F-35 pêk tê, di sala 2020î de rastî pirsgirêkên bi vî rengî hatin û hêza wê ya tam di wê demê de ji % 39 kêm bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin