Pentagon: Wagner, ji bo pistgiriya operasyonê têr nake
PeyamaKurd- Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder, di nirxandineke xwe de ragihand ku koma çete ya Wagnerê, ji bo piştgirîkirina operasyonên li Ukraynayê têr nake.
Patrick Ryder, di derbarê koma çeteyên Wagnerê ya Rusyayê de axivî ku li dijî Serokê Rusyayê Vladimir Putin dest bi serhildanê kir û piştî 24 saetan vekişiya.
Ryder tekez kir ku Wagner ne di kapasîteya xwe ya berê de ye û got, "Di vê qonaxê de em bawer dikin ku hêzên Wagnerê ne di kapasîteya piştgirîkirina operasyonên li Ukraynayê de ne."
Koma Wagnerê, di 23yê Hezîranê de li dijî rêveberiya Rusyayê dest bi serhildanê kiribû û piştî serhildana rojekê, paşve gav havêtibû.
Piştî ku serhildan di demeke kin de bi dawî bû, Serokê Belarusê Aleksandr Lukashenko di 27ê Hezîranê de ragihandibû ku Prigojin li Belarusê ye, lê di daxuyaniyeke din a 6ê Tîrmehê de got ku ew êdî ne li Belarusê, li Rusyayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin