Pentagon: Koma Wagner bi bingehîn bi dawî bû

02 September 2023 16:30 0 dîtin
Pentagon: Koma Wagner bi bingehîn bi dawî bû

PeyamaKurd – Berdevkê Pentagonê Tûggeneral Patrick Ryder derbarê mirina damezrînerê Wagnerê Yevgeny Prigozhin de got, "Koma Wagner bi eslê xwe qediya."

Ryder di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Rojnamegerekî di civînê de îdiayên sala borî yên ku Koreya Bakur çek firotibûn Wagner bi bîr xist û got, "Hûn bawer dikin ku peymana çekan a di navbera Wagner û Koreya Bakur de bi dawî bûye?" pirs kir.

Ryder bal kişand ser mirina damezrînerê Wagner Prigozhin, "Li vir mijara sereke ew e ku koma Wagner bi rastî qediya ye. Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim ku muzakere tune."

Ryder bal kişand ser wê yekê, Wagner di şerê Rûsya û Ukraynayê de heya demekê faktora herî bibandor li meydanê bû û got, "Rûsya hewl dide ku cebilxane û çekan ji rejîmên zalim ên mîna Îran û Koreya Bakur bikire."