Pentagon: Koma Wagner di esasê xwe de qediya
PeyamaKurd – Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder derbarê mirina Yevgeniy Prigojin damezrînerê koma çekdarên Rûsyayê Wagner de wiha got: "Koma Wagner di esasê xwe de bi dawî bûye."
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tûggeneral Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de rojev nirxand û pirsên rojnamevanan bersivand.
Rojnamegerekî di civînê de îdiayên sala borî yên ku Koreya Bakur çek firotibûn Wagner bi bîr xist û got, "Hûn bawer dikin ku peymana çekan a di navbera Wagner û Koreya Bakur de bi dawî bûye?" pirs kir.
Ryder bal kişand ser mirina damezrînerê Wagnerê Yevgeniv Prigojin û got, "Li vir mijara sereke ew e ku Koma Wagner di esasê xwe de bi dawî bûye. Lewma ez dikarim bibêjim ku muzakere tune."
Ryder diyar kir, Wagner di şerê Rûsya û Ûkraynayê de demekî herî bi bandor li qadê bû û got, "Rûsya hewl dide ji rejîmên zalim ên mîna Îran û Koreya Bakur cebilxane û çekan bikire."
Ryder bang li Koreya Bakur kir ku çekan nede Rûsyayê.
Di daxuyaniya Ajansa Veguhastina Hewayî ya Federal a Rûsyayê (Rosaviatsiya) ya 23ê Tebaxê de hat ragihandin ku di encama ketina balafira taybet a ku Yevgenîv Prîgojîn jî di nav de ye li Tverê 10 kes mirine.
Li gorî daxuyaniyê, di lîsteya rêwiyên balafirê de alîkarê Prigojin û yek ji damezrînerên Wagner Dmitriy Utkin û Sergey Propustin, Yevgeniy Makaryan, Aleksandr Totmin, Valeriy Cekalov, Nikolay Matuseyev hene.
Di daxuyaniya xwe ya 27ê Tebaxê de, Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê piştrast kir ku damezrînerê Wagner, Yevgeny Prigojin, di nav kesên ku di encama ketina balafira taybet a li herêma Tverê de hatine kuştin, heye.
Cenazeyê Prigojin di 29ê Tebaxê de "bi awayekî girtî" li goristana St. Petersburgê hat definkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin