Pentagon: Rûsyayê di 26 rojan de tenê 2 bajar kontrol kirin
PeyamaKurd – Berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ji medyayê re ragihand ku tevgera keştiyên şer ên Rûsyayê li bakurê Deryaya Reş zêde bûye û derbarê şerê 26 rojan ê Rûsyayê li Ukrayna jî daxuyanî dan.
Berpirsê Pentagonê gotiye, Rûsyayê heta niha zêdetirî hezar û 100 fuze avêtine û niha pêşveçûna hêzên rûsî yên bejahî gihîştiye asta rawestînê ku zêdetirî hefteyekê ye li 30 km dûrî çeperên şer ên Kîevê dimînin.
Herwiha wî berpirsî destnîşan kiriye ku artêşa Rûsyayê di nav 26 rojên êrîşan de tenê her du bajarên Berdyansk û Kherson xistine bin kontrola xwe û di wir de jî tam bi ser neketiye.
Berpirsê Pentagonê daye zanîn ku ji 2 milyar dolarên bo alîkariya Ukraynayê 350 milyon dolar hatiye pesendkirin û wê vê heta dawiya vê hefteyê ew alîkarî were temamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin