Viktor Orban: Trump tenê di 14 rojan de dinya serûbinî hev kir

03 February 2025 20:03 0 dîtin
Viktor Orban: Trump tenê di 14 rojan de dinya serûbinî hev kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban got, “14 roj çêbûne ku Trump hatiye ser kar, lê ji niha ve dinya serûbinî hev kir.”

Orban li Brukselê piştî hevdîtina ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte bal kişand ser hatina ser kar a Serokê Amerîkayê Donald Trump û da xuyakirin, "Gelek tiştên em biaxivin hene. Tenê 14 roj çêbûne ku Serok Trump hatiye ser kar, lê ji niha ve dinya serûbinî hev kir.”

Viktor Orban ku ji bo beşdariya serokên welatên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ye li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kir, “Armanca me ew e ku Macaristan bibe serkeftiya van guherînan.”

Serokên 27 welatên endamên YEyê îro li Brukselê li ser hevkariya parastina yekîtiyê civiyan ku mijarên ewlehiyê gotûbêj dikin. Bi taybet jî şerê Ukraynayê û pêwendiyên ligel Amerîkayê di lûtkeyê de têne nîqaşkirin.