Orban bi Trump re civiya

12 July 2024 14:04 0 dîtin
Orban bi Trump re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, piştî ku welatê wî serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) wergirt, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên ku wî wek "mîsyona aştiyê" bi nav kir de, bi Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump re hevdîtin pêk anî.

Orbanê ku ji bo Civîna Bilind a NATOyê li Washingtona DYAyê bû, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê de, hevdîtina xwe ya bi Trump re wek "mîsyona aştiyê 5.0" bi nav kir.

Orbanê ku hevdîtinên xwe yên bi navê "mîsyona aştiyê" yên ji bo bidawîkirina şerê ku ev nêzî 2 sal û nîve li Ûkraynayê dewam dike didomîne, kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Trump re nîşan da û got, "Me li ser rêyên aştiyê danûstandina ramanî kir. Mizgîniya rojê ew e ku ew ê (Trump) çareser bike."

Orban di derbarê hevdîtina xwe ya bi Trump re, vîdeoyek jî parve kir û destnîşan kir ku Trump di serdema serokatiya xwe de nîşan da ye ku ew alîgirê aştiyê ye û ew ê dîsa vê yekê bike.