Trump: Tenê ez dikarim rê li ber serê cîhanê bigirim

05 March 2023 14:52 0 dîtin
Trump: Tenê ez dikarim rê li ber serê cîhanê bigirim

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, li konferansa salane ya mihafezekarên Amerîkî ya li eyaleta Marylandê gotarek pêşkeşkeş kir û rexneyên tund li rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden girt.

Trump rexne li rêveberiya Biden girt û got ku ew dê Joe Biden ji Koşka Spî derxe.

Donald Trump diyar kir ku di heyama seroktiya wî de ti şerek dest pê nekiriye û wî siyasetên tund li dijî Çîn û Rûsyayê meşandine.

Trump got ku ew dê bi sedema ku ‘Vîrusa Çînê (Covid)’ li cîhanê belav kirine, dorpêçan li ser Çînê bisepîne.

Donald Trump îdia kir ku wê şerê sêyem ê cîhanê derkeve, lê tekane lîderê pêşiya wê bigire jî ew e û got ku ew dê şerê navbera Rûsya û Ukrayanayê jî bidawî bîne.