Trump: Ev ser dê bibe sedema Serê Sêyemîn ê Cîhanê
PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku "şerê wekaletê" di navbera Amerîka û Rusyayê de dikare bibe sedema Şerê Sêyemîn ê Cîhanê.
Donald Trump, di gotara xwe ya ji bo Newsweekê ku yek ji weşanên sereke yên Amerîkayê ye de li ser rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê axivî.
Donald Trump di axaftina xwe de bal kişand ser rista Amerîkayê ya di vî şerî de û got
“Li cihê ku pêwendiyeke me ya çêtir bi Rusyayê re hebe, em gelek xebitîn. Niha bi Rusyayê re şerekî me yê wekaletê heye ku beşek ji dûmana berdewamiya xapandina Russiagate geş dibe. Ukrayna bi tevahî wêran bûye. Ewqas mirov hatine kuştin ku hejmar ne diyar e. Niha em xwe di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dibînin.”
Trump da zanîn ku di demekê de ku ji bo Washingtonê baştir e ku rageşiya bi Rusyayê re kêm bike, Amerîka bi neçarî her tiştî dike da ku Rusyayê rasterast bixe nav lepên Çînê. Ziyana ku vê xapandinê daye Amerîkayê, hema bibêje nayê hesibandin. Vê yekê demokrasiya me berz kir, ewlehiya me û azadiya me xist xetereyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin