Trump: Dibe serê Rûsya û Ûkrayna bibe sedema serê cîhanî yê 3em
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump ragihand ku pêwiste şerê navbera Rûsya û Ûkrayna zûtir bi peymanekî aştiyê bi dawî bibe û eger bi eksa wê dewam bike, wê bike ku şerê sêyem yê dinyayê destpêbike. Li gor agahiyên ku Euronewsê daye; Trump mijarê di axaftina xwe ya li Arizonayê, li bajarê Mesayê ragihandiye.
Trump balê kişandiye ser sîlihên îro ku di destê mirovan de ye û hêza tehrîba wan zêdeye û kujere. Trump weha gotiye:
“Li Ûkraynayê bi sed hezarî mirov di bin talûka kuştinê de ye û divê zûtir ev şer biqede. Ji ber dibe ku ev bibe sedema şerê cîhanî yê 3 em. Niha sîlihên modern yên ku di destê dewletan de ye, hêza wan ya tehrîbê gelek zêde ye. Nabe ku kes ji min baştir bizanibe ji ber min di wexta serokatiya xwe de artêşê ji nû de ava kir.
Divê em gelek biaqil û hişyarî tevbigerin. Divê em bizanibin bê em çi dibêjin û çi dikin. An dibe em bibin sedema destpêkirina şerê cîhanê yê 3 em.”
Di dema ku Trump serokê Amerîkayê bû têkiliyên wî yên baş bi Putin re hebû hetta Putin mudaxeleyê hilbijartina serokkomariya Amerîkayê di leha Trump de kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin