Serê Ûkrayna-Rûsya dijwar dibe I Zelensky: ‘16 hezar servanên biyanî yên xwebexs tên’

03 March 2022 19:07 0 dîtin
Serê Ûkrayna-Rûsya dijwar dibe I Zelensky: ‘16 hezar servanên biyanî yên xwebexs tên’

PeyamaKurd – Di roja 8emîn a êrîşa Rûsyayê ya bi ser Ûkraynayê de, artêşa Ûkraynayê radigihîne ku ew êdî dest bi hicûmê dikin daku artêşa Rûsyayê ji welatê xwe derxin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî ragihand ku ew rojane çekan ji hevpeyman û dostên xwe werdigrin û eşkere kir, 16 hezar şervanên biyanî yên xwebeş têne alîkariya artêşa Ûkraynayê.

Zelensky got: “Ji bo alîkariya Ûkraynayê, 16 hezar şervanên biyanî yên xwebexş tên. Karwana yekem di demeke kin de dê bigihîje welat. Ew ji bo azadiya me û parastina jiyana me tên.”

Zelensky piştî tundbûna êrîşên Rûsyayê 27ê Sibatê, bang li welatiyên hemû cîhanê kiribû û gotibû, ew dikarin bê vîze derbasî welatê wan bibin û bi yekîneyên taybet ligel artêşa Ûkraynayê şerê Rûsyayê bikin.