Trump formûla xwe ya rawestandina serê Rûsya û Ûkraynayê ragihand
PeyamaKurd - Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, ku bi egereke mezin wê di hilbijartinên 2024an de dîsa bibe namzedê serokatiya DYAyê yê Partiya Komarparêz, formula xwe ya ku "wê şerê Ûkraynayê rawestîne" ragihand.
Li gorî nûçeya Washington Postê, li ser bingeha çavkaniyan, Donald Trump diyar kir ku ew dikare bi zexta li ser Kîevê ji bo ku Kirim û Donbass radestî Rûsyayê bike, şerê Ûkraynayê bi dawî bike .
Trump, di hevpeyvîna li gel Washington Postê de her wiha gotiye: "Dibe ku xelk li hin deverên Ûkraynayê razî bibin ku bibin beşek ji Rûsyayê. Hem Rûsya û hem jî Ûkrayna dixwazin ji bo şer bi dawî bibe rêyeke çareseriyê bihête dîtin."
Tê çaverêkirin ger Trump bi giranî li dijî alîkariyên nedadperwer ên Ûkraynayê yên Joe Biden ji hêla Komarparêzan ve di Kongreyê de bû, di dema ku ew ne li ser kar bû jî, wê di siyaseta derve ya DYAyê de guhertin çêbibin û bi vî awayî vegere Qesra Spî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin