Fico: Heger Ûkrayna bibe endama NATOyê ev yek dê bibe destpêka Serê Cîhanê yê Sêyemîn!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico di daxuyaniya xwe ya derbarê endamtiya muhtemel a Ûkraynayê ya NATOyê de got, “Endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê wê bibe destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Heta ku ez serokwezîrê Komara Slovakyayê bim, ez ê şîretan li endamên meclîsê bikim ku qet endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê nepejirînin.”
Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico duh di hevpeyvîna xwe de ya bi televizyona neteweyî ya Slovakyayê STVR re derbarê endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê daxuyanî da.
Fîco diyar kir ku ew li dijî qebûlkirina endamtiya Ûkraynayê ne û got, “NATO bi peyvên xwe dilîze. Ûkrayna dikare bibe endama NATOyê û hin garantiyên ewlehiyê jê werbigire, lê ev yek dê bike ku Federasyona Rûsyayê li hin herêmên Ûkraynayê xwedî bandor be.”
Robert Fico bi bîr xist ku ketina Ûkraynayê ya ji bo NATOyê wê bi erêkirina hemû welatên endam pêk were û wiha got: “Endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê dê bibe destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Heta ku ez Serokwezîrê Komara Slovakyayê û yê partiya xwe bim, ez ê şîretan li endamên meclîsê bikim ku qet endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê nepejirînin.”
Serkeftina Trump tê wateya bidawîbûna şerê bi Rûsyayê re
Serokwezîrê Slovakya Robert Fîco got ku eger namzedê komarparêzan Donald Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de ku dê 5ê Mijdarê bên kirin bi ser bikeve, dê bi kêrî Ûkraynayê were. Fîco got, “Ji ber ku ev yek bi îhtîmaleke mezin tê wateya bidawîbûna şerê bi Rûsyayê re” û anî ziman ku “Ew bi tevahî piştgiriyê dide endamtiya Ûkraynayê ya Yekîtiya Ewropayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin