Trump: Wê Biden berî hilbijartinan bibe sedema derketina serê sêyem ê cîhanê

07 January 2024 17:46 0 dîtin
Trump: Wê Biden berî hilbijartinan bibe sedema derketina serê sêyem ê cîhanê

PeyamaKurd - Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku xwe ji bo hilbijartinên seroktiyê yên 2024an re amade dike, serokê niha Joe Biden bi tundî rexne kir û got, dibe ku beriya 10 mehan bi hilbijartina seroktiyê Joe Biden bibe sedema derxistina şerê sêyem ê cîhanê.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di mîtinga bo alîgirên xwe de got, heger ew serokê Amerîkayê bûya, şerê Ukrayna û Filîstîn û Îsraîlê çênedibû û rewşa nîvgirawa Koreyê jî di bin kontrolê de dima, ji ber ku ew dikare danûstandinê ligel rêveberên cîhanê bike, lê Biden berevajî wê yekê ye.

Trump diyar kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden dibe ku di nav 10 mehên berî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, bibe sedema derketina şerê cîhanê yê sêyem û bibe sedema wêrankariya Amerîkayê.

Herwiha Trump xwe weke tekane namzedê seroktiyê da naskirin û got, karîna wî ya rizgarkirina Amerîkayê heye û da zanîn, “Ez wek serokê we nahêlim hûn bibin şahidê şerê cîhanê yê sêyem.”