Trump: Ji ser rûyê vî zilamî em ê bikevin serê sêyem ê cîhanê!
PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku xwe ji bo hilbijartinên seroktiya Amerîka yên 2024an amade dike, rexneyên tund li rêveberiya serokê niha yê Amerîka Joe Biden girtin.
Trump, li ser medyaya xwe ya civakî Truth Socialê vîdyoyeke ku bixwe diaxive parve kir.
Trump di vîdyoyê de, Biden wekî kesekî bêkêr û dîn pênase dike û dibêje, "Polîtîkayên xeter û gefxwarinê, sînorên vekirî, Wezareta Dadê û polîtîkayên FBIyê. Ev faleketeke zihnî ya welatê me ber bi dojehê ve dibe ye. Ji ser rûyê vî zilamî bêyî ti sedemekê em ê bikevin şerê sêyem ê cîhanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin