Trump: Ez ê bi yek têlefonê serên cîhanê biqedînim

19 July 2024 15:20 0 dîtin
Trump: Ez ê bi yek têlefonê serên cîhanê biqedînim

PeyamaKurd - Trump ku ji hewla kuştinê, bi birîndariya ji guhê xwe rizgar bû, soz da ku ger dubare dest bi serokatiyê bike, wê bi yek têlefonê hemû şerên cîhanê rawestîne.

Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di axaftina xwe ya roja dawî ya Kongreya Partiya Komarî de got ku ew dikare bi yek telefonê hemû şerên li cîhanê rawestîne.

Trump di destpêka axaftina xwe ya dirêj a ku demjimêrek û 32 xulekan dom kir de, agirkujê 50 salî Corey Comperatoreê ku di hewla kuştina wî de canê xwe ji dest da bi bîr anî û got: "Ez îro tenê bi kerema Xwedê li vê derê bi we re me."

Donald Trump di axaftina xwe ya kampanyaya xwe ku hevjîna wî Melania Trump ku berê beşdarî kampanyayên wî nebûbû de, soz da ku ew ê dawî li qeyranên navneteweyî bîne û prestîja DYAyê lê vegerîne.

Trump di derbarê hevrikê xwe yê Partiya Demokrat, Serokê DYAyê Joe Biden de jî wiha got: "Wî ji 10 serokên herî xerab ên dîroka DYAyê bêtir ziyanê daye vî welatî. Lê belê em ê vê rewşê biguherînin.”

Donald Trump her wiha angaşt ku mirovahî li ber Şerê Cîhanê yê 3yemîn e û got: "Em ê aştiyê vegerînin, li hemû dinyayê aheng û aramiyê pêk bînin." Lê belê Trump, di derbarê çawaniya hanîna aştî û aramiyê de ti hûrguliyan neda.