Cebilxaneya Almanyayê tenê têra du rojan maye!
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku ji ber şerê Ukraynayê stoka cebilxaneya Almanyayê gelekî kêm bûye û tenê ji bo şerê giran ê du rojan di destê artêşê de çek mane.
Rojnamevanekî bi navê Oliver Moody ji Times Radio re axivî ye û gotiye, ji ber şerê Ukraynayê stoka çekan a artêşa Alman gelekî kêm bûye û niha tenê têra şerê giran ê du rojan dike.
Moody daye xuyakirin, ji ber şerê li Ukraynayê ku Almanya çekan ji wan re dişîne di depoyan de çek û alavên leşkerî pir kêm bûne û ev bûye pirgrêkeke mezin bo artêşa Almanyayê.
Herwiha wî rojnamevanî diyar kiriye, ji bo ku cebilxaneya artêşa Almanya bibe wekê berê pêwîstî herî kêm bi xerckirina 20 milyar euroyan heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin