Pentagon: Tenê di sala 2020an de 580 serbazên me xwe kustine

01 October 2021 14:00 0 dîtin
Pentagon: Tenê di sala 2020an de 580 serbazên me xwe kustine

PeyamaKurd – Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) raporek li ser xwekuştina di rêzên serbazên Amerîkî de amade kir û diyar kir; tenê di sala 2020an de 580 serbazên wan xwe kuştine.

Pentagonê da zanîn, 175 serbazên bejahî, 81 serbazên hêzên esmanî, 66 serbazên hêzên deryayî, 62 serbazên piyadeya deryayî, 196 serbazên pasevanên niştimanî û yedeg, dawî li jiyana xwe anîne.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku di sala 2020an de hejmara serbazên ku xwe kuştine, li gor sala 2019an zêde bûye, ku di wê salê de 504 serbazan dawî li jiyana xwe anîne.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Auistin, do Pêncşemê eşkere kir; zanyariyên wê raportê û amarên xwekujiyê yên di rêzên artêşa Amerîkayê de cihê nîgeraniyê ye û amar zêde ye û ji bo başbûna rewşê tu pêngavek nehatiye avêtin.