Pentagon ji bo budça sala 2023 yan 813,3 mîlyar dolar xwest
PeyamaKurd – Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê Pentagon ji bo budça sala 2023 yan ji bo mesrefên bergiriyê 813.3 mîlyar dolar pere xwest. Belgenameyên budçeyê ji aliyê wezaretê ve hatin ragihandin.
Wezaret ji bo mesrefên bingehîn 773 mîlyar dolar, ji bo mesrefên enerjiya atomî 29.7 mîlyar dolar û ji bo mesrefên bergiriyê yên din 10.6 mîlyar dolar bi temamî 813.3 mîlyar dolar ji budçeyê pere xwest.
Di nav budçê de ji bo xebatên entegre 276 mîlyar dolar daxwaz kir. Di nav vê xalê de balafirên teknolojik yên F-35, F-15EX, B-21, ji bo keştiyên sinifa Ford yên balafiran, ji bo keştiyên noqavê yên Columbia û hilberînên weka wan hene. Di nav heman xalê de nûjenkirina çeken nukleerî, sîstema parastina fuzeyan û hîpersonîk fuze hene.
Di nav budçê de ji bo Rûsyayê û Çînê ji kiryarên wan poşman bike xal hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin