Di sala 2023an de 529 Iraqî hatin dersînorkirin

06 January 2024 14:01 0 dîtin
Di sala 2023an de 529 Iraqî hatin dersînorkirin

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Almanyayê diyar kir ku wan ji destpêka sala 2023an heta dawiya Mijdarê 529 koçberên bi nasnameya Iraqî dersînor kirine.

Ji kesên hatin dersînorkirin tenê 210 kes ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hatin şandin.

Herî dawî medyaya Almanî nivîsîbû ku Berlîn û Bexda "bi dizî li hev kirine" ku koçberên bi nasnameya Iraqî dersînor bikin.

Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku Almanya derbarê koçberan de bi Iraq û ti welatekî Ewropî re rêkeftineke nehênî nekiriye, lê Berlîn û Bexda hevkarî kirine bo şandina koçberên ku destûra rûniştina wan nehatine qebûlkirin bo welatê wan.

Wezaretê diyar kir ku di navbera Çile û Mijdara 2023an de 529 koçberên bi nasnameyên Iraqî hatine dersînorkirin, herî dawî di 19ê Kanûna 2023an de komek “Iraqî hatin dersînorkirin”.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin hejmara kesên hatine dersînorkirin ji hejmarên ku Wezareta Karên Navxweyî ya Almanyayê dide zêdetir e.

Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir ku koçber "di çarçoveya tedbîrên navneteweyî" de bo welatên wan hatine şandin û di vê mijarê de "koordînasyona bi welatan re dê berdewam bike".