Sezgin Tanrikulu: “Di 10 mehê sala 2023an de 268 jin hatin kustin”

25 November 2023 19:05 0 dîtin
Sezgin Tanrikulu: “Di 10 mehê sala 2023an de 268 jin hatin kustin”

PeyamaKurd – Parlementerê Diyarbekirê yê CHPê Sezgin Tanrıkulu bi sedema 25ê Mijdarê roja ‘têkoşîna şiddeta li hemberê jina ya navdewletiye’, daxwuyanekî nivîskî da û got:

“Di 10 mehên ewilî yên sala 2023an de, zilaman 268 jin û 19 zarokan kuştiye. Di rapora cinsiyeta ne weka hev ya dinyayê de, Tirkiye ji 146 welatan di nava rêza 129em de ye. Di sala 2023an de, di 10 mehên ewilî de 140 jinên karker jiyana xwe di kuştinên kar de ji dest dane. Bi sedî jin hatin tacîzkirin. Bi sedan jin bê kar man û keda wan hat xwarin. Em bi rewşekî weha re rû bi rû ne.”

Tanrıkulu, di dewama daxwuyaniya xwe de got ku ev rewş, nîşan dide bê li welatê Tirkiyê nêrîna li jinê çawa ye û Tirkiye ji Peymana Îstenbolê jî vekişiyaye. Tanrıkulu weha dewam dike:

“Li Tirkiyê di siyasetê de û hem di parlementoyê de û hem di rêvebiriya cîh de, temsîla jinan kême, di navbera bêkariya jin û meran de herî kêm 12 puan ferq heye û ji her 3 jinan yek ji kar nîne.