Di sala 2023an de 1520 car êrîsê ser xizmetên me yên tenduristiyê kirin
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku di sala 2023an de 1520 car êrîşê ser xizmetên tenduristiyê hatiye kirin û wan êrîşan xistine bin qeydan.
Dîrektorê giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus, di 19ê Tebaxê de, bi sedema ‘Roja Alîkariya Mirovî ya Dinyayê’,di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de daxwuyanî da û got ku êrîşa ser xizmetên tenduristiyê rastiyekiye û weha dewam kir:
“Di sala 2023an de 1520 car êrîşê ser xizmetên me yên tenduristiyê kirin. Di êrîşan de bûne sedema mirina 750 nexweş û xebatkarên me. Bûn sedema birîndarbûna 1.250 kesan. Ji bo van kiryaran nebin adetekî seranserê dinyayê, divê ber li wan bên girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin