Pentagon: Îro perwerdekirina serbazên Ukraynayê ji aliyê Amerîkayê ve li Almanyayê destpê kir

30 April 2022 13:12 0 dîtin
Pentagon: Îro perwerdekirina serbazên Ukraynayê ji aliyê Amerîkayê ve li Almanyayê destpê kir

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby di civîna çapemeniyê de diyar kir, artêşa welatê wî li Almanyayê perwerdeya çawaniya bikaranîna radar û topavêj û çend perwerdeyên din didin serbazên Ukraynayê.

John Kirby da zanîn: “Îro perwerdekirina serbazên Ukraynayê ji aliyê Amerîkayê ve, li Almanyayê destpê kir.”

Kirby herwiha eşkere kir, ev perwerde di demekê de ne ku şer li herêma Donbas a Ukraynayê zêde bûye û demeke kin e ku Amerîkayê sîstema radar û topavêj ji bo Ukraynayê dabîn kirine. John Kirby eşkere kir: “Ev sîstem wê bibin sedema bihêzbûna xweragiriya li rojhilatê Ukraynayê li dijî Rûsyayê.”

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) destnîşan kir, perwerde û rahênan bi hevahengiya Almanya û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, li Efrîqa û Ewropayê birêve diçin. Komeke serbazî ya Amerîkî ku ji 160 serbazan pêk tê û beriya destpêkirina şer ji Ukraynayê vekişiyabûn, serperiştiya perwerdeyê dikin.