33 welat tevlî doza qirkirinê ya ji aliyê Ukraynayê ve hatibû vekirin bûn

10 June 2023 12:33 0 dîtin
33 welat tevlî doza qirkirinê ya ji aliyê Ukraynayê ve hatibû vekirin bûn

PeyamaKurd Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) diyar kir, daxwazên 33 welatên ku dixwestin tevlî doza qirkirinê ya ji aliyê Ukraynayê li dijî Rûsyayê ve hatiye vekirin, hatin qebûlkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref ICJê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku serlêdanên 33 welatên ku ji bo binpêkirina peymana jenosîdê ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de xwestine tev li dozê bibin hatin qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di nav dewletên ku daxwazên wan ên destwerdanê hatin qebûlkirin de welatên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî Brîtanya, Awûstralya, Zelanda Nû û Norwêc hene.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafê mudaxeleyê di rewşên ku têde şîrovekirina madeyeke peymana qirkirinê tê qebûlkirin dikare bê qebûlkirin û hat gotin ku daxwaza Amerîka ya ku ji bo mudaxeleyê serlêdan kiriye ji ber ku hatiye redkirin, ne bi şirovekirina gotarekê ve, lê bi rêya giştî ya dozê û biryarên fermanê ve girêdayî ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, dewletên ku daxwaza midaxaleyê wan hatiye qebûlkirin heta 5ê Tîrmeha 2023an dem hatiye dayîn da ku li dadgehê daxuyaniya nivîskî bidin.